Rojava News: Doh nîvro termê 15 qurbaniyên êzîdî yên li ser sînorê Yûnanistanê di nav avê de xeniqî bûn gihan Herêma Kurdistanê.
Li gorî nuçeya Malpera Evro Rêvebirê giştî yê Karûbarên Êzîdiyan Xeyrî Bozan li ser pecê xwe yê tora civakî feysbûkê ragehan di bû : Bi hevkariya Nivîsîngeha Serok Wezîrên Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Îraqê dê termê 15 qurbaniyên Êzîdî bigihê Firokxaneya Hewlêrê ewên li ser sînorên Yûnanistanê di avê de xeniqî bûn.
Xeyrî Bozan amaje bi wê yekê kiriye ku tê çaverê kirin 2 termên din jî bi heman hemahengî wê, bigihê Herêma Kurdistanê, lê negotiye ka ew jî Êzîdîne yan na.
