Qamişlo.. şandeke Amerikî seredana ofîca ENKSê kir

Qamişlo.. şandeke Amerikî seredana ofîca ENKSê kir

Rojava News: Duh şandeke Amerikî seredana ofîca ENKSê li bajarê Qamişlo kir.

L gorî agahiyan, şandek ji dezgeha Lêkolînên Azadiyê ya Amîrîkî li gel şanda ENKSê li ofîca ENKSê li Qamişlo civiye, û di wê civînê de giftûgo li ser rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî hate kirin.

Şanda encumenê ku ji Îbrahîm Biro serokê ENKSê û Fesla Yousif û Mihsin Tahir pêk dihat, rewşa siyasî, Kiryarên PYDê ji şanda mêhvan re şirove kir.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê dezgeha navborî Brandon Wîner behsa tecrubeyên xwe bo piştgiriya mafên mirovan û azadiya giştî kir, û tekezî kir li ser piştvaniya dezgeha xwe ji Kurdan re, herweha da xuyakirin ku ewê bi TEV-DEMê re jî bicivin ta ku Kurd bibin yek.

Tê zanîn ku şanda dezgeha Lêkolînên Azadiyê ku navenda wê li Waşintonê ye, bi mebesta pêkanîna lêkolînan li ser pirsa Kurdî li Sûriyê, û xwendina peywendiyên ENKSê bi hemû akiyan re hatibû Kurdistana Sûriyê.

Nalîn Hesen

11:28:35