Rojava News: Rêxistina terorîstî El Nusrayê bi tang û topan êrîşî gundê Basûfanê yê Efrînê kirin.
Li gor agahiyên ji deverê hatine wergirtin Rêxistina terorîstî El Nusrayê derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ji dohî ve bi tankan topbaran dike.
Ew demeke hereketa El Nusra yê li deverê jî berdewame û bi şewayekî berbiçav hêjmara endamê xwe û otomobîlên zirxî li deverê zêdekiriye, herweha gelek çek û teqemenî jî revaneyî deverê kiriye.
Li çend gundê ku topbaran tê kirin gelek ziyanên madî rû dane.
Şanaz Emîn
