Li Amûdê çekdarên PYDê Rojnamevanekî kurd girtin

Li Amûdê çekdarên PYDê Rojnamevanekî kurd girtin

Rojava News: Duh,çekdarên  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Rojnamevanekî kurd li bajarê Amûdê bi tuhmeta ku wî nûçeyên nerast belav kirine, girtin.

Li gorî agahiyên Rojava News,duh çekdarên PYDê rojnamevan Ferîdon Qiço, ku nûçegihanê malpera Yekîtî Medya ye, girtin bi tuhmeta ku wî nûçeyên nerast belav kirine, û ta niha çarenivîsa wî negiyare.

Hêjayê gotinê ku berîya çenda rojan PYDê bi heman tuhmetê Rêveberê Radyo ya Hêvî Amir Murad girtibû.

Nalîn Hesen

10:01:21