Erdogan: piştevaniya welatê me bo herêma Kurdistanê berdewam dibe

Erdogan: piştevaniya welatê me bo herêma Kurdistanê berdewam dibe

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyê de piştî li gel serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu re civiya, li gel Serok Komar Receb Tayîp Erdogan re jî hevditin pêk anî.

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de reweşa herêmî bi giştî û têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê di hemû waran de hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de, serokomarê Tirkiyeyê tekezî li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê û Îraq ji bo Tirkiyeyê gelek giringin û  ji bo ku ew têkelîyên dostane bihêztir bibin xebatên wan dê berdewam bin.

Herwaha Erdogan, di heman demê de, tekez kir ku piştevaniya welatê wî di hemû waran de bo herêma Kurdistanê, bi taybetî di şerê  dijî DAÎŞê de berdewam dibe.

Di heman hevdîtinê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, tekezî li ser xurtkirina têkeliyên Hewlêr û Enqereyê kir û li ser navê xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Tirkiyeyê kir ji bo wê alîkariya leşkerî û mirovî ya Tirkiye pêşkeşî herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest her du alî zêdetir giringiyê bi têkeliyên xwe yên di warê bazirganî û aborî de bidin.

Di herî dawî de her du aliyan, di civînê de, tekezî li ser wê yekê kir ku di vê rewşê de giringe dîdar û hevdîtin di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de  berdewam bin daku bi baştirîn awayî rûbirûyê bûyerên ku diqewimin bibin û ewlekarî û aramî li hermê berdewam be.

10:09:06