Rojava News: Duh, Rejîma Esed lîstikvanê yaneya Cîhad ya topa piyan li şama paytexta Sûriyê girt .
Hat ragehandin ku lîstikvanê yaneya Cîhad ya topa piyan Goran Mihemed ji aliyê rejîma Esed ve li balafirxaneya Şamê ya navdewletî bi hinceta leşkeriyê hat girtin.
Li gorî agahiyan, ku rêjîmê Goran Mihemed ber bi cihekî nenas ve bir û ta niha çarenivîsa wî nediyare .
Goran Mihemed wekû lîstikvan li gel yaneya xwe çûbûn şam bi mebesta beşdarbûnê di xula Sûriyê de ya topa piyan , û di dema ku wî dixwest ji Şamê vegere Qamişlo li balafirxaneya Şamê hate girtin.
Tê zanîn ku ev ne cara yekem ku rêjîma Esed lîsikvanên Kurd digre, berî niha ji di 22ê Mijdara vê salê de, lîstikvanê heman yaneyê Mehemed Xiço li Şamê hate girtin.
Nalîn Hesen
10:31:25
