Rojava News: Li Cizîrê ya Şirnexa ya bakûrê Kurdistanê di qedexeya çûnûhatinê ya roja 12mîn de ji ber gulebarîna leşkerên Tirk zarokek 3 mehî û bapîrê wê hatin kuştin.
Li gor agahiyan, şeva berê li taxa Sûrê zaroka 3 mehî ya bi nave Miray Înce di nava malê de ji ber gulereşîna polîsên Tirk rastî guleyekê hat û birîndar bû.
Ji ber qedexeya derketina derva jî malbata zarokê pirtûkên spî hildan, da karibin zaroka birîndar bibin nexweşxaneya Cizîrê, lê bele li ber derî dîsa rastî gulebarana polîsan hatin vê care jî dayika zaroka 3 mehî û babîrê wê jî birîndar bûn.
Pişt re bi hewildana cîrana her 3ê birîndar gihandin nexweşxanêya bajar lê mixabin Mîray înce zaroka 3 mehî û babîrê wê jiyana ji dest dan, dayika Mîraya biçûk Rukiye Înce jî hîna dibin kontrola tibbî de ye û rewşa wê dibin metirsiya canî de ye.
Şanaz Emîn
