Li Çiyayê Homanê şer di navbera YPG û terorîstên DAIŞê de çêbû

Li Çiyayê Homanê şer di navbera YPG û terorîstên DAIŞê de çêbû

Rojava News: Rewangeha Sûriyê ya mafê Mirovan ragihand ku duh terorîstên DAIŞê êrîşî YPGê kirin û di encam de kuştî hene.

Li gorî Rewangehê, duh li devera Elmefreq ya nêzîkî Çiyayê Homanê ya bi ser bajarê Hesekê ve, rêxistina terorîstî DAIŞê êrîşî rêbendeke YPGê kirin, piştre şer û pevçûn dinavbera herdu aliyan de derket ku di encamê de 2 çekdarên YPGê şehîd ketin, herweha 2 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Tê zanîn ku şer û pevçûn bi berdewamî di navbera terorîstên DAIŞê û YPGê li devera Çiyayê Homanê derdikeve.

Nalîn Hesen

10:52:20