Rojava News: Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) destê alîkariyê ji malbatên ku ji Sûrê taxa Amedê koça neçarî kirin re dirêj kir û kempanyam alîkariyê ji bo xelkê Sûrê da destpêkirin.
Ew demeke partiya Bakurî ya Kurdan PAK ê kempenya alîkariyê ji bo mexdûrên Sûrê da bû destpêkirin û ji xelkê Sûrê ku avare bûne, gelek kes bi cîh kirine.
Li navenda PAKê ya Amedê li ser malbatên ku ji Sûrê koçkirine dohî jî gelek alîkarî hatin belavkirin. Di nava paketê alikariyê de ji bo malbata xorek, ji bo zarokan pakêtên teybet û alikariya livînan hate kirin.
Di encama kempanya ya ku ji aliyê PAKê ve hatiye destpêkirin di 4 rojan da 100 malbat xwedî cîh bûn û pêvistiyên wa hatin debirandin.
PAK herweha banga hemû gelê Amedê û Kurdistanê kir da xwedî li vê kempenyayê derkevin û alikarî bigihê xelkê neçar.
Tê zanîn nişteci û koçberên Sûrê ya bi ser Amedê ji ber pevçûn û aloziyên di navbera dewleta Tirk û YDGHê de di nava agirde man û male wan wêranbûn gelek kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Şanaz Emîn
