Hêzên Sûriya Demokratîk gihan çerxereya Tişrînê

Hêzên Sûriya Demokratîk gihan çerxereya Tişrînê

Rojava News: Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî ku dohî bendava Tişrînê  li başûrê Kobanî  xistin bin kontrola xwe  reya di navbera  Cerablûs û Reqqayê li ser rêxistina terorîstî DAİŞê qut kirin.

Li gorî agahiyan şer û pevşeçûnên  dinavbera  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û DAİŞê li bejahiya başûrê Kobaniyê li Çerxereya Bendava Tişrîn a li ser riya ketina bajarokê Tişrînê berdevame.

Di vî şerî de bi dehan çekdarên DAİŞê hatine kuştin û termên ketine destê QSDê.

Piştî ku  Hêzên QSDê dohî  bendava Tişrînê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin bi wî awahî jî  riya dinavbera  Reqa û Cerablusê li ser DAİŞê qut bû.

Operasyona Hêzên QSD’ê bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê dewam dike.