PYDê di girtina xortan de berdevame

PYDê di girtina xortan de berdevame

Rojava News: Hêzên asayişa bajarê Hesekê yê bi ser PYDê di girtina ciwanên Kurda ji bo leşkeriya neçar berdewamin.

Hat zanîn doh hêzên Asayişa Hesekê ya bi ser PYDê li çend deverên cuda cuda ji bajarê Hesekê hejmarek ciwan ji bo leşkeriya bizorê girtin.

Operasyonên girtina ciwanan ji aliyê asayişa PYDê  ve li taxên Muftî, Til Hecer, Salihiyê, Sebax û Pira Ezîziyê hat pêkanîn û herî kêm 10 kes birin jib o leşkeriya neçar hinek ji wan jî  erebin.