Rojava News: Şeva borî navenda dîdariya çandeyî ya jinan ,ya pêkhatî ji her yek ji (komela Avrîn ya jinan her weha yekîtiya jinên kurd li Sûriyê û rêxistina jina kurda azad) li Qamişlo, mêvandariy Mehmûd Omer endamê Emindariya giştî ya rêxistina MAF kir , di simînareke taybet de li dor kêşeya mêrkirina keçikên biçûk , û şûnmayên wê yê ne erênî .
Di simînarê de, gelek guftugo li ser sedemên peydabûna vê şawendê hatin kirin, tekes kir ku milletê sûriyê tûşî gelek nexweşiyên civakî dibe ji encama hejarî û bêpar hiştinê ji zanînê ya ku Qeyrana Sûryê encamdayî , û bandora leşke kirina neçar di rêzên keçan de û peyda bûna gurûpên tudrew li ser carenivîsa keçan û hin dîmenên vidyoyî jî hatin weşan din ku metirsiya vê zewacê li ser civakê di da xwiya kirin .
Li dawiyê Omer çen xalên çareseriyê dane xuya kirin ku bi hêle ev dîmen kêm bibe , ewjî bi durist kirina hin yasayên taybet bi mafê jinê.
Rifat Hacî
