Sirînê.. mayîneke çandî bi malbatekê teqiye

Sirînê.. mayîneke çandî bi malbatekê teqiye

Rojava News: Duh, mayîneke çandî bi malbatekê li gundewarên Kobanî teqiye û di encam de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên Rojava News, duh mayîneke çandî ji bermayên DAIŞê bi otombîla welatiyekî teqiye di dema ku dixwest ji gundê Hilêc biçe gundê Saygol.

Di encama wê yekê de welatiyê bi nave Zikor Ebdulhadî (35 salî), û dayika wî Leyla Mihemed (50 salî), û xweşka wî Ayşa (30 salî) jiyana xwe ji dest dan.

Herdû gundên Hilêc û Saygol dikevin başûrê rojavayê Sirînê ya bi ser bajarê Kobnaî ve.

Tê zanîn, ku DAIŞê gelek mayîn û bombe li deverên derdora Sirînê çandine.

Nalîn Hesen

10:28:10