Rojava News: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çerxeriya Bendava Tişrîn û Avahiyên Bendavê ji bin kontrola rêxistina terorîstî DAİŞê rizgar kirin.
Hêzên QSDê di roja 4’emîn ya operesyona rizgar kirina gundewerên başûrê Kobanê de çerxeriya Bendava Tişrîn û Avahiyên Bendavê ji DAİŞê rizgar kirin.
Herweha hîna li herêmê pêşveçûn bi piştgiriya bombebarana balafirên Hevpeymanî de berdevame.
Bendeva Tişrîn di herêmê de ji bo çunûhatinê DAİŞê xaleke girîng bû.
Şanaz Emin
