Rojava News: Hunermenda Kurd Gulisatn Perwer ragihand ku aleya Kurdistanê, aleya herî raste ya Kurdan e, û ez wekû Gulisatn Perwer dibêjim: "aleya Kurdistanê, aleya şehîda ye , aleya bav û bapîrên me ye ku wan jî wekû kelepor (mîrat) ji me re hiştine, aleya Kurdistanê yek ji negihêrin me ye û divê em parastina wê bikin".
Derbarî êrîşa alîgir û çekdarên PYDê ser aleya Kurdistanê di roja 17-12-2015 li bajarokê Girkê Legê li Kurdistana Sûriyê hunermenda Kurd ya bi navûdeng Gulisatn Perwer ragihandi: "Ez bi tundî vê helwesta PYDê û kiriyaên wê yên divê rojê de şermezar dikim, û ew karekî xirab û nebaş e. Divê PYDê vê ala pîroz deyne ser serê xwe. Ev ala ne ala perceyekî bi tenê yê ji Kurdistanê, ev ala her çar perçeyên Kurdistanê ye. Ev al hate duristkirin ji aliyê komela Xuybon ji dema damezirandina wê û piştre li Komara Kurdistanê a li Mehabadê hate bilindkirin, û ev al bi rengekî fermî bû aleya Herêma Kurdistanê".
Di dawî de Perwer got: "Divê PYDê û her partiyeke din ya ku aleya Kurdistanê red dikin û qebol nakin,baweriyê û îtrafê bi vê alê bikin, û divê em kurd parastina evê alê bikin ji ber ku ew nasnameya me ye. Ala Kurdistanê nasnama Kurd û kurdistanê ye".
Nalîn Hesen
11:17:23
