Rojava News: Rêxistina Weqfa Mafên Mirovan li Tirkiyê ragihand ku ji 16ê Tebaxa 2015an û heya niha 124 welatiyên Bakûrê kurdistanê di operasyonên hêzên Tirk de hatine kuştin.
Herwiha di nava 17 rojan de li 21 navçeyên Bakûrê kurdistanê, zêdetirî 56 caran qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.
Li gora daxuyaniya Artêşa Tirkiyê jî di wan operasyonan de 205 gerîlayên PKKê hatine kuştin û îro jî navçeya Sûrê ya Amedê hatiye topbarankirin, lê ti zanyarî li ser topbaranê tune ne.
