Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûriyê: Şevbuhêrka helbestî li dar xistin

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûriyê: Şevbuhêrka helbestî li dar xistin

Rojava News: Li bajarê hesekê  Şaxê Hesekî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûriyê doh şev bi helkefta îmzekirina dîwana helbestvan û nivîskar Gulal Kasanî şevbuhêrkek helbestî li dar xist.

YNK-Sê  şeva borî li navenda Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmûqratî Kurdistanî  şevbuhêrka Helbestî lidarxist. Di şevbuhêrkê gotina Yekîtiya Nivîskarên kurdistan a Sûriya ji aliyê (Bavê serbest) Endamê komîta rêveberya giştî ve hate pêşkêş kirin. Û kurte jiyana helbestvan û nivîskar Kasanî hate ronî kirin, piştre jî helbestvan Mehmûd sebrî helbestek pêşkêşî beşdaran kir.

Şevbuhêrk bi xwendina hin helbestan ji aliyê hin kesên amadekirî ve hatin xwendin,  herweha bi mûzîk û sitranan dîwana xwe ya bi navê (Azadî) Kasanî diyarî beşdar bûyan bu imzeyê kir.


Rifat Hacî