Cizîrê: Zarokekî 6 salî hate şehîtxistin

Cizîrê: Zarokekî 6 salî hate şehîtxistin

Rojava News: Li navçeya Cizîrê ya bi ser Şirnexê jiber gulereşina hêzên ewlehiya Tirk di navbera 2 rojanda zaroka duyemîn  ya 6 salî hate şehîtkirin.

 

Li navçeya Cizîrê qedexeya derketina derva di roja 15.mînde bi operasyonên dewleta Tirkiye didomê.  Îro berbi êvarî li taxa Cûdî ya bi ser gereka Nûrê di encamê gulereşina hêzên teybet yê Tirkiyê zaroka 6 salî Husên Selcûq bi guleyekê birîndar lê belê dema rakirin nexweşxaneyê di rê de jiayana xwe ji dest da.

 

Li Cizîra Şirnexê ji 14'ê berfenbarê ta îro li gel Husen Selçuk û li Mîray încî ya 3 mehî  heya niha 23 welatî hatine şehîtkirin.

 

Şanaz emîn