Êrişên li ser Çiyayê Kurdan ji dohî ve bê navber didome!

Êrişên li ser Çiyayê Kurdan ji dohî ve bê navber didome!

Rojava News: Li Çiyayê Kurdan yê derdora Laziqiyê 6 welatiyên sivîl hatin kuştin jin û zarok jî di nav de 20 kes birîndar bûn.

Ji şevêdin ve ta îro hêzên Hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rûsî, li çend gundên Çiyayê Kurdan li Bakurê Rojavayê Laziqiye dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Hat zanîn di encama wê êriş û operasyonê de 6 welatiyên sivîl hatin kuştin û jin û zarok jî di navde 20 kesên din birîndar bûn.

Hikûmeta Sûriyê hewl dide devera ku Çiyayê Kurdan jî têde dikeve ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê  ji bin kontrola  çekdarên dijbereyê û girûpên îslamî derbixê.