Çekdarên PYDê Mûrad û Ferîdon Qiço serbest berdan

Çekdarên PYDê Mûrad û Ferîdon Qiço serbest berdan

Rojava News: Duh, çekdarên PYDê Herdu rojnamevanên Kurd Amir Mûrad û Ferîdon Qiço, piştî çend rojan ji girtinê serbest berdan.

Jêderekî taybet ji Rojava News re ragihand, ku Duh, çekdarên PYDê her yek ji Rêveberê Radioya Hêvî li bajarokê Dêrikê Amir Mûrad û karmendê malpera Yetîtî Mîdya Ferîdon Qiço, piştî çend rojan ji girtinê serbest berdan.

Hêjayê gotinê ku di 22ê berfanbarê (Kanûnê) de, çekdarên PYDê Rêveberê Radioya Hêvî girtinbû, û di 26ê heman mehê de çekdaran karmendê malpera Yetîtî Mîdya girtin, û şeve din ew herdû hatin serbest berdan , lê rojnamevan Golal Leyanî ji 29 meha Mijdarê de ta roja îro di zindanên PYDê girtiye.

Nalîn Hesen