Rojava News: Li Sûra Amedê bû 28 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam e. Ji Taxên ku xendek hatina kolandin û barîqat hatine danîn, dengên teqînan tên.
Qedexeya derketina kolanan a ku ji aliyê Qeymeqamiya Sûrê ve di 2ê Kanûnê de hatibû îlankirin, hîn jî berdewam e. Piştî ku operasyon dest pê kirin, di nav Sûrê de şer û pevçûn dijwar bû. Li hin taxên ku operasyon zêde ye, carinan heta serê sibê dengên çek û sîlehan tên.
Îro dîsa ji taxên ku qedexe berdewam e, dûman radibin. Polês nahêlin kesek têkeve taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û Cadeya Gazi. Hemwelatiyên ku li taxên din ên navçeyê dimînin, bi qontrol dikevin û derdikevin.
