Sirwan Barzanî: di sala 2016an de cihanek ji bo Kurda wê bê avakirin

Sirwan Barzanî: di sala 2016an de cihanek ji bo Kurda wê bê avakirin

Rojava News: Berpirsê hêzên Pêşmerge yê bereya Gûwêrê ku li ser Mexmûre ye, ragihand ku ‘’Sala 2016 ê sala serxwebuna Kurdistanê ye. Herwaha aşkere kir ku di sala nû de cihanek ji bo Kurda wê bê avakirin.’’

Berpirsê hêzên Pêşmerge yê bereya Gûwêr Sirwan Barzanî  got: ‘’Niha nêrîna gelek welatên cîhanê û bi taybetî jî Amerîka û welatên cîran ê wekû Tirkiyê piştgiriya serxwebuna Kurdistanê dikin. Herwaha amaje bi vê yêkê kir ku referandum ji bo serxwebuna Kurdistanê û diristkirina dewleta Kurdî, xewna demdirêj a gelê Kurdistanê ye. Li gel vê yêkê xwesteka Serokê Herêma Kurdistanê jî bi taybet ji bo vê pirsgirêkê di bibe encam û têkbirina  rêkeftina Sykes-Picot. ji ber ku sala nû (2016) wê bibe 100 sal ku li ser wê rêkeftinê de derbas dibe. sala nû wê bibe têkbirina vê rêkeftinê. Herwaha  peyama sala nû ya  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî serxwebun e.

12:57:04