5:25:56 PM
RojavaNews_Dêrik: Ekrem Melkanî bavê Qehreman yek ji serkirdeyên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyayê ( el-partî) bû , ku ji ber helwestên xwe rastî astengan ji aliyê rêjîmê û hejariya jiyanê ve hat , ku ta koça dawî jî ji wan helwestên xwe nehat xwarê .

Ekrem Melkanî di hat naskirin bi bavê Qehreman , ji dayikbûyî sala 1952 an bû , û bi xwe xelkê bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê bû û bavê 5 keçan bû .

Bavê Qehreman di sala 1968 an de tevlî refên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyayê ( el-partî) bû .
Bavê Qehreman kesekê çalak û kurd perwer bû û di hat naskirin bi hezkirina wî ji netew û partiya wî re , lewma di sala 1982 an de pileya komîteya navçeyî wergirt .

Bi sedema çalakiyên wî di nava partî de gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîmê li bajarê Dêrkê anko emin el-dewlê ve dihat xwestin û di her carekî tuşî lîkolîn , eşkence û ihanê dihat .

Bavê Qehreman di banka çandiniyê de karkerbû lê û ji ber çalakiyên wî yên siyasî , serokê navenda ewlekariya rêjîmê li bajarê Dêrkê ebo Obeyda ji karê wî dûrxistin .
Herweha û Ji bilî eşkenceyên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, 3 caran kete zîndanê rêjîma Sûriyayê de , carekî li zîndana Dêrkê û carekî li zîndana Qamişlo û careke din li zîndana Hesekê .

ji sala 1983 – sala 1986 berpirsê rêxistina devera Koçerat bû .
Herweha ji sala 1986 – sala 1998 perpirsê rêxistina devera Aliyan bû .

bavê Qehreman û bi sedema çalakiyên wî , di gelek kongiran de ,dibû nûnerê paritiya xwe , mîna kongirê 11an yê Partî Dîmokratî Kurdistan li Hewlêrê , ku ew weku nûner ji partiya xwe re beşdarî wî kongirî bû .
di sala 1998 an de rastî nexweşiya penceşêrê hat û piştî 3 mehan ji nexweşiyê anko di roja 28 – 12 – sala 1998 an de koça dawî kir .
Helebçe Sedûn
