Şer û pevçûnên giran li gundewarên Efrîn û Îzaz

Şer û pevçûnên giran li gundewarên Efrîn û Îzaz

Rojava News: Duh li gundewarên Efrîn û Îzazê şer û pevçûnên giran çêbû, û di encam de kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyan, duh Cebhet Elnûsra êrîşî gundê Qeyle ya bi der navçeya Cindêrsê li gundewarê Efrînê kir piştî ku  şer û pevçûnên giran di navbera wê de ji aliyekî û YPG û Ceyş Elswar ji aliyekî din ve derketin.

Li gorî heman agahiyan, ku di encam de 3 terorîstên Elnûsra hatin kuştin û çekdarekî YPG birîndar bû.

Herweha û di heman demê de şer û pevçûn dinavbera aliyên navborî de li gundê Elşwagre, Elmalkiyê li gundewarên Îzazê çêbû, lê ziyanên madî û canî bi zelalî nehatin zanîn.

Nalîn Hesen

08:38:20