Rojava News: Çekdarên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusrayê bi 5 mînibûsan nêzîkî 70 hemwelatiyên Herêma Efrînê dîl girtin.
Şeva borî dema ku 5 otomobîlên ji curê Mînîbûs ên Herêma Efrînê ji bajarê Heleb vedigeriyan, ji aliyê çekdarên Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam ve hatin rawestandin.
Li gor zanyariyên ji deverê hatine wergirtin: Çekdarên her du komên tundrew ên îslamî tevahiya hemwelatiyên ku di nava her 5 Mînîbûsan de bûn û qederê 70 kesî bûn dîl girtin.
Heta niha ew welatî li cem çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şamê girtî ne.
