Rojava News: Çekdarên rêxistinên tundrew yê Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şam şevêdin çend gundê bajarê Ezazê û Efrînê dane ber topbaranê.
Çekdarên rêxistinên terorîstî El-Nusra û Ehrar Şam gundên Malikiye û Şewarixa yên girêdayî Ezazê dane ber topan û hawinan. Her du gund jî bi 7 kîlometran ji aliyê başûr-rojavayê bajarê Ezazê dûr in.
Di hemen demê de; Çekdarên her du komên îslamî yên tundrew gundê Kefer Cene ya li navçeya Şera ya ser bi Efrînê jî bi giranî topbaran kirin.
Hat zanîn, ku piştî êrişên çekdaran, şervanên Koalisyona Sûriya Demokrat û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersiv dane wan û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de qewîmî ne.
Li navçeyên Cindirês û Şêr Ava yên girêdayî Efrînê şer û pevçûn di navbera YPGê û çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şamê derketiye.
