Rojava News: Duh, li kampa Domîzê ya penaberên Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê konê Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê hate şewtandin.
Pêşmerge Canyar Mişel ji Rojava News re da xuyakirin, ku duh derdora demjimêr 1ê nîvro, agir bi konê pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ya li Kampa Domîz ket ku di encam de gelek kel û pelên pêşmergeyan şewitîn.
Navborî da zanîn ku agir ji ber elektrîkê vêket , û kon bi giştî da ber xwe.
Tê zanîn ku ev kon taybet e bi pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ku têde rojên bêhinvedana xwe derbas dikin.
Nalîn Hesen
11:25:59
