Rojava News: Namzeda serokatiya Amerîkayê û Wezîrê berê ya Derve ya wî welatî, Hillary Clinton diyar kir ku komkujiya DAIŞê aniye serê Kurdên êzîdî, “jenosîd” e.
Hillary Clinton, di çarçoveya kampanyaya xwe ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, di mîtîngekê de axivî û behsa êrşên DAIŞê li dijî Kurdên êzîdî û mesîhiyan Iraqê kir.
Clinton diyar kir ku ew berê du dilî bû ku komkujiya êzîdî û mesîhiyan wek “jenosîd” bibîne lê niha belgeyên pêwîst hene ku nîşan didin ew komkujiyên ku DAIŞê aniye ser wan gelan, jenosîd (qirrkirin) e.
Meha Îlona îsal, zêdetirî 100 endamên Kongreya Amerîka di nameyekê de ji Kongreyê xwestin komkujî û êrişa DAIŞê li ser Kurdên êzîdî û mesîhiyan wek jenosîd pesend bike.
