Rojava News: Îro, rêxistina terorîstî DAIŞê êrîşî Ên Îsa li başûrê Girê Spî kir, û di encam de kuştî hene.
Li gorî agahiyan, DAIŞê bi çekên giran û hejmarek mezin ji terorîstan, sere vê sibehê êrîş bir ser bajarokê Ên Îsa, piştre şer û pevcûnên giran dinavbera wan û YPG çê bû.
Li gorî heman agahiyan, di encama wî şerî de 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin , û du otombîlên wan hatin rûxandin.
Tê zanîn ku ta niha şer û pevcûn berdewam in.
Nalîn Hesen
10:06:13
