Yekîtîya Nivîskaran sersala nû pîroz dike

Yekîtîya Nivîskaran sersala nû pîroz dike

6:44:37 PM

RojavaNews: Sersala nû bi ser me de tê û em di cengeke herî dijwar de ne ji bo ku em nasnameya xwe ya mirovahî bidin xuyakirin, û rişt bin li ser parastina dara man û berdewamîyê bi lawijên hezkirin û aştîyê.

Bi Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyê, bi hemî şaxên xwe ve, xweşe ku hemî gelên cîhanê bi giştî, û gelê me yê Kurd bitaybetî bi vê helkeftê pîroz bike, û di wê hêvîyê de ye ku hevgirtineke xurtir di nav rêzên gelê Kurd de, yê têhnî aramî, tenahî, azadî û aştîyê, peyda bibe.

Dîsa bi Yekîtîyê xweşe ku pîrozbahîyê bide dayîkên şehîdan, kezebşewitîyan, sêwîyan, û hemî kesên di êş ûazaran de digevizin, yên ku berê qurban bûn û niha jî qurbanên çikûsîya zikreşên li ser mirovatî û hurmeta jîyanê ne.

Û cihê şehnazîya Yekîtîyê ye jî ku hemî helbestvan, nivîskar, wêjekarên Kurd pîroz bike, û wan gur bike li sertûjkirina pênûs û xameyên xwe da ku bikevin şkeft û xewîşekîn êş û kovanîyan û di jêrzemîn û leqemên wê de bajûn da ku gelê xwe yê Kurd bigihînin çirûska hêvîyê, ew jî bi gotina azad a ku alîgirê aştîya dadmend û tevawer ji hemî gelên zemînê re, û berê gemîya vegerê bidin beravên welêt ji botovê hezkirin, têkilbûn û dilgermîyê ji nû ve biçînin.

Gelê ku silogana wî aştî û azadî be tu carî namire!

Sersala we pîroz be!

Her sal hûn di xêr û xweşîyê de bin!