Artêşa Tirkiyê gundekî Girê Spî gulebaran kir!

Artêşa Tirkiyê gundekî Girê Spî gulebaran kir!

Rojava News: Dewleta Tirkiyeyê şevê din çend cih li bajarê Girê Spî gulebarankirin, 

Li gor zanyariyên gihane destê Rojava news; Artêşa Tirkiyê şevê din gule li navenda depoyên genim a nêzî deriyê sînor ê Girê Spî reşandin. Tu ziyan ne canî û madî ji ber êrîşê pêk nehatin.

Tê zanîn artêşa Tirkiyê di dawayiya cotmeha îsal ve çend caran êrîş birin ser gundê Girê Spî.

 

Şanaz Emin