Rojava News: Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD gundê Tinib yê bi ser Ezazê ji rêxistinên tundrewê terorîstî El-Nûsra û Ehrar El-Şam, rizgar kirin.
Şevê din El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji gundê Tinib ê girêdayî Ezazê bi çekên giran êrîşî gundên Cilbirê û Enab yên bi ser Efrînê kirin.
Hêzên QSD’ê yên ku di parastina deverê de bûn, bersiva êrîşan dan û di encamê şerûpevçûn giran de gundê Tinibê xistin bin konrola xwe.
Gundê Tinib ê girêdayî Ezazê dikeve rojhilatê gund Cilbirê û başûr rojhilatê gundê Anabê yên Efrînê.
