Rojava News: Li Cizîra Bakûrê Kurdistan di roja 19mîn qedexekirina derketina derva de şer û pevçûn dîsa giranbûn, û îro serê sibehî welatieyekî sivîl li ber deriyê mala xwe di gulereşina nîşangirên hêzên teybet yê dewleta Tirkiyê hate kuştin.
Li Cizîrê, Cabbar Taşkin ê 40 salî li ber mala xwe bû ermanca nîşangirên hêzên teybet yê dewleta Tirkiyê û bi granî birîndar ket, lê mixabin ji ber ku kes nikaribû bi hawara wî biçê li şuna bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Li gor hatiye zanîn duh êvarê taxa Cûdî û Nûrê ji aliyê leşker û polîsên Tirkan bi tank û topan hatin bombabarankirin.
Şanaz Emin
