Rojava News: Duh bi helkeftina sala nû rêvebirê rêxistia yabanî ( jim.net) bi şandekêre seredana kampa dareşekranê kir , û ji aliyê encûmena kampê ve hate pêşwazî kirin û li navenda Qedrîcan rûniştin bi mebesta guftûgo kirina rewşa kampê û berferehkirina kar û xizmetguzariyan di pirograma xwe ya salane de, li gor pêdiviyên nişteciyên kampê .
Elî Mişkê berpirsê pêwendiyên encûmena kampê ji rojava news re ragihand, piraniya nişteciyn kampê bê hêvî bûne ji alîkariyên rêxistinan ji ber gelek pilanên wan berjewendiyên xwe birêve dibin , û gelek penaberên me yên hatin bêparkirin ji alîkariya bê rewayî li wan hatiye kirin , lê di dawiyê de her divê em bi wanre munaqeşe biki da ku em gilî û gazindên xelkê bigihînin wan, û alîkar bin bixelkê xwere.
Rifat Hacî
13:42:01
