YPG ji tirsa ku şervanekî wan pêwendiyê bi Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê re, şervanekî xwe kuştin

YPG ji tirsa ku şervanekî wan pêwendiyê bi Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê re, şervanekî xwe kuştin

4:20:59 PM

RojavaNews: Li gorî jêdereke taybet, çekdarên PYD şervanekî xwe bi navê Civan Smaîl Mihemed, piştî ku serdana birayê xwe Bahoz yê pêşmerge kir, şervanê xwe li sersînorê bi Kurdistana Tirkiyê re kuştin.

Li gorî ku hatiye zanîn, birayê Civan, di navê Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê de ye  û li Bajarokê Rebîe li ser sînorê bi Kurdistana Sûriyê re dimîne.

Piştê ku YPG agahdar dibe ku şervanê wan yê bi navê Smaîl çûye li ser sînorê Rebîe û birayê xwe yê pêşmerge dîtiye , wî dibin cihekî nêzîkî sînorê Kurdistana Tirkiyê û dikujin,  û ji malbata wî re dibêjin ji ber ku wî dixwest derbasî Kurdistana Tirkiyê bibe, Jandirmeyên Tirk ew kuştin.

Can Yusif