Rojava News: Erebistana Siûdiyê li hemberî êrîşên Îraniyan a li dijî konsulosiya wan li Tehranê pêwendiyê xwe bi temamî ji Îranê birî. Hikûmeta Siûdî ji balyozên Îranî xwest ku welat biterikînin.
Piştî ku Erebistana Siûdî 47 kes darvekirin, qeyrana navbera Îran û Erebistana Siûdî de mezin bû. Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubery diyar kir ku piştî li Tehranê li hember Konsolosxaneya wan êrîş pêk hatine, hemû peywendiyên wan yên dîplomatîk yên bi Îranê re hatine qûtkirin.
Herweha Adil Cubery got me balyozxaneya li Tehranê valakir û balyoz jî şunde vegeriyan Siûdiyê.
Wezîrê Karê Derve yê Iranê Husên Emîr Ebdullehiyan jî bersiv da û got; di warê dîplomasî de welatê herî ewle Îrane û wan ti ziyan negihandiye dîplomasiya Erebistana Siûdî.
Husên Emîr destnîşan kir ku nabe Erebistana Siûdî kiryarên xwe bi rêya bi dawî anîna peywnediyan dîplomasî veşêre.
