Rojava News: Di roja 17 Kanûnê de, ku roja Ala Kurdistanê ye, hejmarek ji welatiyên bajarokê Girkê Legê li Kurdistana Sûriyê bi vê boneyê ahengekê lidar xistin, û mezintirîn Ala Kurdistanê bilindkirin. Lê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi 3 otombîlên agirkuj ava şêt li xelkê reşandin ku têde madeya Alfom ya kîmyawî hebû, û gelek ciwan girtin û binçav kirin, herweha ta niha çekdarên PYDê mal bi mal digerin û pişkinîn dikin, da ku Ala Kurdistanê ya 200m an bibînin. Li ser vê mijarê hin siyasetmedarên Kurd ji Rojnameya Kurdistan re nerînin xwe anîn ziman.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê Fêsel Neso derbarê vê yekê de got; ku kiryarên PYDê derheqê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê nema têne veşartin, û ta niha ew berdewam in li ser kiryarên xwe yên xerab. Neso axaftina xwe berdewam kir:" Bi rastî tevgera siyasî ya Kurd gelekî hewil da bi hemû rêyên dîplomasî û demokrasî, ew û Tev-Demê alîkariya hev bikin, lê mixabin Tev-Demê hemû rêkeftinên me ligel wan wekû Hewlêr 1, Hewlêr 2, Duhok binpê kirin.Tiştê ku di roja Ala Kurdistanê de li Girgê Legê çêbû ji reşandina avê li ser alê, girtina alîgirên PDK-Sê û ENKSê, herweha bikarnîna madeya Alfoma kîmiyawî ya qedexekirî cihê şermazariyê ye. Ev ala pîroz a ku bi hezaran Pêşmerge canê xwe di ber de kirin qurbanî, da ku berz û bilind bimîne. Wê baştirba ku PYDê bergirî di ber vê alê de bikra û ala pîroz li ser dezgehên xwe bilind kiriba .
Divê PYDê kiryanên xwe yên xerab rawestîne, da ku em karibin alîkariya hev bikin, û bêhtir sûdê ji vê derfeta zêrîn ya ku ketiya destê Kurdan de bibînin."
Siyasetmedar Jiyan Omer dibêje":Partiya PYDê careke din eşkere kir ku ew nikare bi rengekî aştiyane danûstandinê bi sivîlan re bike, lê tenê ew bi tundî dikare muameleyê bike, ku ev jî dibe sedem ku nakokî û dûrbûn di nava wan û civak Kurdî de li her cihekî bêhtir bibe .Bi êrîşa PYDê li ser Ala Kurdistanê ya ku nûneratiya piraniya miletê Kurd û tevegera siyasî ya Kurd dike, PYDê xwe bi tenê dihêla di hêl û hembêza dijminên Kurdan de. PYDê careke din hate rûxandin li pêşiya raya giştî ya Kurdî, û birîneke din di laşê Kurdî de zêde kir. Ez bawer nakim ku bi hesanî bê dermankirin û jibîr kirin û ev êrîşên PYDê li ser Ala Kurdistanê, wê bimîne şermezarî di dîroka wan de. Tevî vê yekê jî, em wek wan nakin û em nabêjin ew ne Kurd in, lê em ji endam û kadroyên wê partî re dibêjin; serkirdayetiya we şaştiyên mezin dikin, û hûn jî alîkar in bi wan re, helbet bi bêdengiya we yan jî bi cîbicîkirina tawanan derheqê birayên we. Bela hûn zanibin ku di dîroka cîhanê de ti carî partiyeke dektator li ser desthilatê bêdawî nemaye, lê belê ew hemû di bin pêlavên miletê ku zordarî li wan kiriye hatine rûxandin. Ji ber vê jî em wek birayên we şîretê li we dikin ku hûn bêdengiya xwe bişkînin, û sînorekî ji kiryarên partiya xwe re deynin.
Lêkolîner û siyasetmedar Zekeriya Huserî got :"Ev ne cara yekemîn e û ne ya dawî ye ku, êrîş li ser Ala Kurdistanê ji aliyê baskê PKKê li Sûriyê (mebest jê PYDê ye) ve tê kirin. Beriya niha PYDê îdîa kir ku ev al, Ala Herêma Kurdistanê ye, û ala KCKê li xwe girt. Pişt re biryar derxist ku li gorî wê biryarê qedexe ye, ew al li çi cihekî were bilindkirin, û bi taybet li devera Çiyayê Kurmênc. Herweha li Efrînê jî dalqandina alê li ser otombîlan û dikanan hate qedexekirin. Berî destpêkirina şoreşa Sûriyê û bi taybetî di cejinên Newrozê de, PYDê razî nedibû ku Ala Kurdistanê were berzkirin ji ber vê jî ala Sûriyê bikar dianî. Careke din bilindkirina ala pîroz li Girkê Legê hate qedexekirin, û êrîş li ser xelkên sivîl jî hate encamdan di demekê de ku PYDê alên rêjîmên dijminan wekû (Sûriyê, Tirkiyê, Îran, aliyên hozên Ereb ) li bajarên Kurdan bilind dike. Dijminatiya PYDê ji Ala Kurdistanê re vedigere ji helwesta rêjîma Sûriyê beramberî sembolên Kurdan re mîna ( sûroda netewî, dîroka Kurdî, Pêşmerge, serkirdeyên Kurd), ku ew jî wekû helwesta Ometa Demqratîk ya Tev-Demê ye, ku herdem dixwaze neguhêr û piransîpên dewlet û gelê Kurd qedexe bikin bi aramanca nehiştina projeya Siyasî ya netewe Kurd".
Kurdistan- Nalîn Hesen
