Rojava News: Li Silopiyê zaroka ku berî niha bi 4 rojan ji bo ku biçê mala cîranê xwe ji mal derket û piştî wê nevegeriya male.
Ji ber ku ew demeke dirêje li Sliopiyê derketina derva qedexeye malbata zaroka 10 salî yê bi nave Aydin Mete nikaribûn li kurê xwe jî bigerin.
Lê piştî çar rojan termê zaroka 10 salî qederê 300 metrê ji mala wî dûr li serê kolanê hate dîtin.
Hatiye zanîn roja Ahmet Mete ji mal derketiye hatiye kuştin.
Hate diyarkirin ku cenazeyê Mete birine cem cenazeyê xizmê wî Mehmet Mete yê ji ber êrîşan nikarin defn bikin û li mizgeftê tê ragirtin.
