Qamişlo.. komeke nenas êrişî ofîsa PYKSê kir

Qamişlo.. komeke nenas êrişî ofîsa PYKSê kir

Rojava News: Duh bi şev komeke nenas êrîşî ofîsa Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê (PYKS) li bajarê Qamişlo kir.

Li gor agahiyan, duh bi şev komeke nenas êrîşî ofîsa PYKS li taxa Meyselûn a bajarê Qamişlo kirin , derî û pencere şikandin, derbasî hundir bûn û belge, arşîv û hin kelûpelên têde bi xwe re birin.

Herweha ew kesên nenas çend kompiyoter û falşên internêtê  jî bi xwe re birine.

Partiya Yekîtî (PYKS) ev bûyer piştrast kir lê di heman demê de ew êriş nexistiyê stûyê tu aliyan û ti kes tohemtbar nekiriye.

Nalîn Hesen

08:48:44