Ed Rois :Nabe êdî Pêşmerge bi çekên kevin şer bikin

Ed Rois :Nabe êdî Pêşmerge bi çekên kevin şer bikin

Rojava News: Endamekî Kongresa Amerîka ragihand ku, rola herî mezin a şerê li dijî DAIŞê, Kurd birêve dibin.

Serokê Komîteya Karûbarên Derve yê Kongresê, Ed Rois got ku, êdî nabe Pêşmerge bi çekên kevin şerê DAIŞê bike. Wek amajeyek bo pêwîstiya şandina çekên modern bo Pêşmerge.

Rois di bersiva pirsyareke K24ê de diyar kir ku, Hêzên Pêşmerge, praniya şerê li dijî DAIŞê birêve dibin.

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, Kurd baştirîn şervan in û tekez kir ku divê êdî çekên pêwîst ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re bên şandin.

09:13:54