Ji ber axevtina wî bi zimanê Kurdî li ser destê DAIŞê hate kuştin

Ji ber axevtina wî bi zimanê Kurdî li ser destê DAIŞê hate kuştin

Rojava News: Rêxistina terorîstî ya bi navê DAIŞê, beriya du rojan welatiyekî Kurd li gundewarê Helebê kuşt.

Li gorî agahiyan, beriya çend rojan DAIŞê welatiyê bi navê Bavê Ziyad Lolek girtin ji ber ku ew bi zimanê Kurdî diaxivî, piştre  ew hate veguhestin bo dadgeha rêxistina terorîstî.

Hate zanîn ku dadgeha DAIŞê biryara kuştinê derheqê bavê Ziyad de derxist, û beriya du rojan ew biryar li gundewarê Babê hate cîbicîkirin û bavê Ziyad li ser destê terorîstên DAIŞê hate kuştin.

Bavê Ziyad Lolek yê temen 57 salî ji bajarokê Elraaî ya bi ser bajarê Babê ve bû.

Nalîn Hesen

10:24:00