4:41:12 PM
RojavaNews: PYD û herdu hevalbendên xwe; Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî û Partiya Yekîtî ya Suryanî, ji ber nerazîbûna xwe ji dûrxistina wan ji Kongreya Siûdiyê û ji ber binavkirina çekdarên PYD bi terorîst, endamtiya xwe di Desteya Hevrêziyê de sekinandin.
Daxuyaniya partiyên navbûrî, endamin ofîsa cîbicîkar a desteya Hevrêziyê bi nijadperest wesif kirin, ku berya niha jî wan hersê partiyan Desteya Hevrêziyê weke opozisyona lîbral û baş dinirxandin.
Di wê daxuyaniyê de jî, wan hersê partiyan êrîşî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kirin ku weke dijminê Rêveberiya Xweser a bi ser PYD ve tê naskirin, bi navkirin.
Herwiha wan partiyên navbûrî gotin ku civîna Desteya Hevrêziyê bi Hevpeymaniya Niştimanî re di Tebaxa sala bûrî de, bêyî ma bû û ne bi razîbûna wan jî bû û got bila Desteya Hevrêziyê bi Encûmena Sûriya ya Demokrat re kar bike, ku ew encûmen bi ser TEV_DEMê ve ye.
