Li Şirnexê malbatan 8 cenaze wergirtin

Li Şirnexê malbatan 8 cenaze wergirtin

Rojava News: Malbatên 8 cenazeyên ku ew mehek bêtir bû li morga nexweşxaneya Şirnexa hati bûn ragirtin wergirtin da ku bibin goristanê û bidin axê.

Tevî ku biryar hatibû girtin da cenazeyên li morga Şirnexê radestî malbatê wan bikin, dîsa nêzî 10 demjimêran hemû kesûkarên wa li ber deriyê morgê dane sekinandin.

Malbatên Taybet Înan, Yûsûf Înan, Azîz Yûral, Çetîn Taşer, Fatma Ûyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr, Nîdar û Halîs Sumer, Lutfu Aksoy cenaze wergirtin û li wesayîtan bar kirin, lê belê rêveberiya nexweşxaneyê raporta pizişkî nedaye wan.

Bi wê sedemê jî  carekedin li ber deriyê nexweşxanê aloziyeke din di navbera kesûkarê cenazeyan û  hêzên ewlehiyê hatiye jiyankirin.

 

Şanaz Emin