Rojava News: Li Cizîra Bakurê Kurdistanê dohî (09 01 2015) di encama topbarana hêzên dewleta Tirk ya li ser taxa Cudiyê de topek li malekê ket û dû kesên sivil di nava mala xwe de ji ber perçeyên şerapnelê jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên ewlehiya Tİrkiyê di roja 27emîn ya qedexeya derketina derve de çend yaxê Cizîrê dan ber topan û di encama isabetkirina guleke tope li ser malekê 2 welatiyên sivîl yê bi nave Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) ji ber perçeyên şarapnelê ku li bedena wan ket jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên her dû welatiyan li malê tê ragirtin, li bendê ne ku ambûlans bê cenazeyan rake.
Li aliyê din, di êrîşa tîmên taybet a li ser Taxa Nûrê welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Erdînç birîndar bû.
Herweha cenazeyê Tayfûr Yeşîl û Şivan Cebraîl Mûngan ên ku duh li Taxa Nûr hatin kuştin û hîna termê wan jî li male tê ragirtin.
Şanaz Emin
