Rojava News: Îro sere sibehî zû çekdarên bi ser rêxistina tundrew û terorîstî El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî gundên Efrîn û Ezazê kirin.
Ta niha êrîşên çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li ser gundên Efrîn û Ezazê berdewame.
Serê vê sibehê bi çekên giran gundên Malikiyê, Şewarxe, Tinib û Keştar yên girêdayî Ezazê hate gulebarankirin.
Ji aliyekî din ve çekdarê her dû rêxistinê terorîstî bi çekên doçka û topên hawanê êrîşî gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin.
Lê belê di derbarê encaman de tû agahî nehatin wergirtin.
