Rojava news: Li navçeya Sûrê ya girêdayî Amedê operasyona dewleta Tirk ji dohî ve bi tundî didome û îro şer û pevçûn bê navber giranbûn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di qedexekirina derketina derva ya roja 41mîn de dengê şer û pevçûnan û bombardimanê li taxên Dabanoglu, Xançepek û Dêriyê Mêrdînê û derûdora mizgefta Kurşunlu tên bihîstin.
Li gor hatiye zanîn îro ji welatiyên sivil dû kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndarin.
