Rojava News: Li bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê polîsên Tirk doh yekşeme bi operasyona ku avêtine ser malekê 12 kes kuştin.
Hat zanîn ew 12 kes bi cilûbergê sivîlin, û hemuyan ji sere xwe gulle xwarine,
Ajansa DHA lizarê waliyê bajarê Wanê belav kiriye ku ew 12 kesên hatine kuştin endamên Partiya Karkerên Kurdistanê ne û di operasyona polîsan de gelek çek û teqemenî hatine desteser kirinê.
Her weha walî diyar jî kiriye ku di şer û pevçûnên 2 demjimêran dewam kiriye de polîsek hatiye kuştinê û 2 polîs jî birîndar bûne.
Li beranberî wê yekê jî li gorî zarê hin malperêdin; Ew 12 kes xelkê sivîlin, bê çekin û hemû ji sere xwe hatine gulebarankirin.
Ji aliyêdin ve hin leşkerên bi ser Tîmên Teybet yê bi ser artêşa Tirkiyê li ser malperê xwe yê twîttere belavkirine ku “Ji niha pê de wê kesên ku berê hatine grtin li kolanan gulebaranbikin”
Yekî jî nivisandiye ku “Îro me 12 kurdê girtî cezakirin”
Lê buyer hîna zelal nebûya, ji bo raporta Tibbî wan 12 terman îro rêdikin nexweşxaneya Meletiyê.
