Rojava News: Çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şam ji gelek aliyan ve êrîşî gundewarê Ezazê kirin û di navbera wan û Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) şer û pevçûn derket.
Çekdarê El-Nusra û Ehrar El-Şam îro di demjimêr 4ê sibehî de bi hawan û fuzeyan êrîşî gundên Keştear, Malikiyê û Şewarixa yên girêdayî Ezazê dikin.
Hat zanîn ji ber ku pevçûn didomin, agahiyên zelal ji deverê nehatine wergirtin.
