li Rimêlan Çekdarên PYDê karmendan neçar dikin ku nave xwe li cem wan tomar bikin

li Rimêlan Çekdarên PYDê karmendan neçar dikin ku nave xwe li cem wan tomar bikin

Rojava News: Çekdarên PYDê li bajarokê Rimêlan, nişteciyên wî bajarokî agehdar kirin ku nav û helwêsta xwe li komînên ser bi Rêveberiya Xweser tomar bikin.

Welatiyên bajarokê Rimêlan ku wek navendeke petrolê tê naskirin, ragihandin Çekdarên PYDê ew agehdar kirine, biçin komînan û nav û alîgiriya xwe ya siyasî li gel wêneyekî tomar bikin.

Welatiyan dan zanîn ku metrsiyeke mezin li cem wan kesên ku ne alîgirê Rêveberiya Xweser in û eger heye ev kiryar bibe sedema ku ji karê xwe werin dûrxistin.

10:40:51