ENKSê nameyek ji Ban kî Moon re şand

ENKSê nameyek ji Ban kî Moon re şand

Rojava News: Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di nameyekê de daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî Moon kir ku çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê bibe xalek ji xalên ku wê li kongirê Ceniva 3an bên gotûbêjkirin

Di wê nameya ku ENKSê ji Ban Kî Moon re şandiye, Enksê tekez kir li zordariya ku li ser miletê Kurd hatiye kirin di sedsalên derbasbûyê de û got miletê Kurd li Sûriyê ku rêjeya  wan 15% ji miletê Sûriyê ne, rastî gelek siyasetên Şofînizmê li ser destê rêjîmên dektator û nejadperest hatine da ku Kurd nemînin

Di dawî de ENKSê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî Moon re got em daxwazê ji we dikin ku  çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê bibe xalek ji xalên ku wê li kongirê Ceniva 3an bên gotûbêjkirin.

Nalîn Hesen

10:32:08